Ji roja ku însan ketiye dinyê û hetta îro hinek ji têrbûna ji ser xwe diherin û hinek jî ji tunebûn û birçîna şerpeze dibin û dimirin. Ev rewş, ev dîmenên mirovahiyê li her derê dinyê, welat û bajarî nayê guhertin. Wekhevî li tu derê pêk nehatiye. Newekheviya mezin jî ji aliyê xwedîbûna mal û milkê dinyê ve derdikeve holê. Ne di îslamê tenê de, di olên semavî (Filletî, Yahûdîtî) û di olên beşerî de jî îsraf, debdebe û îhtîşam ne xweş û ne rast tê dîtin. Ji bilî olan, di fikr û ramanên navneteweyî de jî rewş bi vî rengî ye. Ez ê du mînakan bidim. Mînaka ewil berî îslamê, di Yewnana antîk de, dema ku Sokrates lê dijiya de ye. Ya din jî di dewra ku îslam xurt bûye, di dewra Ebû Zer û Mûaviye de derbas dibe. Jixwe mînaka li ser Ebû Zer û Mûaviye nerîna îslamê jî şanî me dide.
Ya Ewil: Li Atînayê Sokrates bi kincên pînekirî û pêxwas digeriya. Qîmet ne dida mal û milkê dinyayê. Ji ber vê li cem zengîn û desthilatdaran qîmetê wî tunebû. Lê wî jî ji wan hez nedikir, her tim dijberê wan bû, wan û kirinên wan ên ne li rê çewt rexne û şermezar dikir. Ji ber vê wî biçûk didîtin û qerfê xwe pê dikirin. Rojekê yekî dewlemend bang wî dike û hundirê mala xwe rê wî dide. Sirf ji bo bi mal û milkê xwe, bi hebûna xwe wî bieciqîne pesnê xwe dide û xwe li ser serê wî mezin dike. Ew kesê dewlemend ji Sokrates re wiha dibêje: ‘’Binere, her der bi kevirên giranbuha hatiye neqişandin, her der bi teraheyên qîmetbilin hatiye raxistin ji ber vê nebî nebî tu tû derekê bike, wê gemarî bibe.’’ Li ser vê gotina wî, Sokrates tû ser çavê wî dike û ji wî re wiha dibêje:’’ Li vî hundurî cihê ku herî qirêj û gemarî bi tenê ser çavê te ye û min jî tû wir kir.’’ Û derdikeve dihere.
Ya Duyem: Dema ku Mûaviye dibe waliyê Şamê ji xwe re serayekê çêdike. Navê vê serayê ‘’Seraya Kesk’’ e û dîwarê seraya ku çêdike bi kevirên giranbûha û gewheran dineqişîne. Dema ku Ebû Zerr Gifarî Hazretlerî dibihîze pir diqehere û tê ser serê wî wiha dibêje: ‘’Ey Mûaviye! Ev çi debdebe û îhtîşam e. Pêxemberê me roja xwe bi xurmeyekê derbas dikir û ji birçîna li nava xwe kevir girêdidan, tu jî bê fedî û bê şerm di nav vê debdebê de dijî. Heger te ev Seray bi diravên xwe lêkiribe, îsraf e heram e; heger te bi diravên dewlet û gel lêkiribe dizî ye, guneh e, heram e û îxanet e.’’ Lewre Ebû Zerr Gifarî Hazretlerî wîcdanê wî hew rakiriye û emrê îslamê bi cih aniye. Pêxemberê me li ser vê mijarê wiha gotiye: ‘’ Cîhada herî mezin rastgotina li dijî rêveberê ku neheqiyê dike.’’
Mixabin mal û milk gelek însanan xera dike. Lê însanên salih, însanên ku ji dewla îslamê av vexwarine, însanên ku xwedî îmaneke kamil û safî, tu carî bi mal û milk û meqamê xera nabin. Îmamê Xezalî wiha gotiye: ‘’ Çawa du gurên birçî ku têkevin nav keriyekî û zirarê bidênê, mal û milk û meqam jî wiha zirarê dide însên.’’ Şeytan pir bi rehetî bi timayê însên ji rê dibe û wan dike hevalê xwe, ji ber vê timayî û mal û milk jî di nav çekên şeytên de cihê xwe digirin. Divê hay ji meriv hebe û xwe bisitirîn. Divê meriv alîkariyê ji Xwedê bixwaze ji bo ku meriv vî şerrê mezin qezenç bike. Xwedê bi însanên salih re be.
Evdal Baqî
Seray Û Îhtîşam
Paylaş