Me ji dêvla her kesî fedîkir... Heta ji dêvla erdê jî... Gerek wê xwe biqelaşta, lê me wê kola...
* * *
Pêşîya digot "bila em zanibin serê me li ser kîjan kevirîye"...
dem hat guhertin "em nizanin kîjan kevir wê li serê me keve"
* * *
Kulîyan zimanê min xwarin... Di şevbihêrka wan de behsa te ye...
* * *
Dîwarê wî ji ber ku bi kevîrê ji çîya hatiye xwarê lê bûye pala xwe nadê, beştê xanîyê wî ji şewatekê filitîye, nikare serê xwe rake û lê binere...
* * *
(Gava nûh pêxember li şopgerê xwe gohdar kir, yan jî îtalo kalvîno û bajarên nexuyayî )
Keştîya xwe ji vira bibe, cotê tu tiştekî li ser vê erdê nehiştine...
ferek çav, di şibakê de li benda xeberekê maye, ew jî kêrî te nayê...
* * *
(ji bo gogol û dostoyevskî)
Qapûtê ku emê jê derkevin, hîna nehatiye dûritin...An jî yekî li xwe kir û wî li ser xwe rizand û nehişt ku kesek jê derkeve.
* * *
Xelk û alem dibêjin hema ev zivistan biqedîya, emê jî em ketine taya biharî...
* * *
Di wextekî de ji bo ewrê reş digotin, li cihekî qencekî xwedê mirîye, dinya ji ber werê xemgîn e. Dûre ewra dev ji me berdan, gotin rûyê we heye, bila ew hinekî reş be...
* * *
Lawikê metînî tu ne tu zilami... kiro law ma por ji çend kesa re tê şuştîn, tê hûnandin... çend kes ji êvîndarê xwe re amadêye ji revê re... hey mal mîrato...
* * *