Kürt dili ile gerçekleşen konferansa konuşmacı olarak Araştırmacı - Yazar M. Burhan Hedbi oldu.
Kızıltepe Halk Eğitim Merkezinde yapılan Konferansa Kızıltepe Özgür Eğitim Sen Temsilcisi Mesut EGE açılış konuşmasını yaptı.Kısa bir sunumdan sonra panelist Araştırmacı - Yazar M. Burhan Hedbi konuşmasını yapmak üzere kürsüye geçti. Panelist Araştırmacı - Yazar M. Burhan Hedbi Kürtçe yaptığı konuşmada şunları açıkladı;
DER BARÊ VEGOTINA HIN DERD, GAZIN Û HÊVIYÊN EHMEDÊ XANÎ DE
1-Sernameê name namê Ellah * Bê namê wî natemame vellah
2-Ey metleê husnê îşqêbazî * Mehbûbê heqîqî-yû mecazî
3-Namê Te ye lewhê nameya işq * Îsmê Te yê neqşê xameya işq
4-Bê neqşê Te neqşê xame, xam e * Bê name Te name, natemame
5-Namê Te ye şahê bête meqsûd * Fehrestê mukatebat û mehmûd
6-Medmûnê muraselatê "la reyb" * Meşhûdê mukaşefatê bilxeyb
7-Mehbûb û qulûbê men lehul- qelb! * Qelban Tu di kî bi bal xwe ve celb
8-Me’şûq û Tu yî, bi fexr û nazî! * Aşiq Tu yî lêk-î bê nîyazî!
9-Mutleq Tu mufîd û mustefadî * Bê şubhe murîd û hem muradî!
10-Nurî Tu di husnê rûyê dildar * Narî Tu di qelbê aşiqê zar!
11-Şem'î ne ji qismê nûr û narî * Şemsî, ji ‘eyan Tu perdedarî!
12-Gencî Tu di nêv tilismê ‘alem * Kenzî Tu ‘eyan ji îsmê adem
13-Ev ‘alem û ademî di meşhûd * Ev mumkun û masîwayê mewcûd
14-Hemyan bi Te ye medare û debr * Feyyadê rîyadê xelq û wel- emr!
15-Emrê Te bi lefzê "kun" du ‘alem * Mewcûd-i kirin, xered çi adem
16-Adem bi xwe yek ji her du wane * Yek herfê ji emrê "kun" fekane
Gelî ciwanik û ciwanmêran, hemî beşdarên Konferansa Derd û Gazinên Ehmedê Xanî, hêjayên şarê Qoserê, mêvanên dilovan, ev dem û hemî demên we xweş bin, serfirazî û serbilindahî her para we be.
Beriya dest bi axavtina xwe bikim dixwazim dilşadiya xwe ji bo pêkanîna vê konferansa pîroz dîyar bikim. Li ber we hemiyan spasiyên xwe ji dil pêşkêşî avakir û birêvebirên vê Konferansa Derd û Gazinên Ehmedê Xanî dikim.
Ehmedê Xanî, di êşa civat û derd û kul û kovanên welatê me de, Loqman Hekîmê dema xwe ye. Di naskirina nexweşiyê de, şarezayekî bêhempa, di dermankirinê de jî reçeteyên wî nivîsiye heta ve dema me jî bikêrhatîbûna xwe wenda nekirin e. Xanî, bêyî devjengî li ser bibe, civaknas feylesof û rêber e.
Ger dermanên ku Xanî beriya nuha bi çendsedsalan, ji bo vî welatî û miletî destnîşan kiriye bihata bikaranîn, dibû ku ev êş, azar, talan û şewat bi vî rengî nebûya. Li şûna girr û buxd û keşmekeşiyê, dibû ku aşîtî, birayetî, dostayî di rojhilata navîn de, bibaya heyvanê demokrasi û mirovayi ya tevaya cihanê. Xanîyê gorbuhişt derman û reçeteya xwe; ji avabûna mirovayiyê ya tê zanîn û heta dema xwe, ji serpêhatî û zanînên mirovên mezin wergirtiye. Bêyî wan biêşîne û bide jibîrkirin ew zanîn û serpêhatî ji nû ve vestira ye, kiriye reçete û rêyeke ku îro jî mirov heyran û matmayî dihêle ji me re vekiriye.
Wek mînak: Lihevhatina Qesra Şêrîn ya di sala 1639 an de ku welatê me cara yekem dabeş kiriye û ta îroj jî gelek kes tenê navê wê dizanin û naveroka wê hê jî baş tênagihên çi ye û çi aniye serê me; Ehmedê Xanî, ev lihevhatin di dema xwe de weha li qelemê daye:
Tasek ji vê ava zelal
Nadim bi hewza Kewserê
Levhatina Qesra Şîrîn
Jê nabînim tu meferê
Piştî roja me bû tarî
Mirin xweş e ji emberê.
Belê; Xanî, yek ji ‘alimên kurd ê herî navdar e. Ez dixwazim bi vê rista ku hêla mutesewifiya Xanî rê dide, dest bi mijara derbarê Xanî de bikim:
Me dî neqşek ji neqşê Neqşebendan * Vebû qeydê di min yek yek ji zendan
Kuşada dil ji bo min ra muyesser * Nebû bê suhbeta sûretlewendan
Belê, gelek nivîs li ser Xanî hatine nivîsandin. Ez dixwazim bêyî ku bikevim nava dîroka hatin û barkirina wî ya ji cihanê, Fîlozof, şa’ir, mutesewif û li gorî min civaknasê kurd Ehmedê Xanî di zawiyeke din de, rê bidim û binirxînim.
Digel Xanî ji hêla hunerî ve dihê zanîn lê divê neyête ji bîrve kirin ku Xanî hunera xwe jî li ser derd, gazin û hêviyên ji gelê xwe û mirovahiyê ava kiriye… Xanî digel vegotina derdan dermanên derdan jî destnîşan kiriye…
Xanî dibêje ku; ji ber ku bi gel re peywendiyên germ û ji dil nayê kirin, pirsgirêk dertên holê û ew pirsgirêk bi bê xwedî berdana/hiştina gel jî mezintir dibin…
Xanî dibêje ku; aramî, aştî û selametiya kesan û civakan bi baweriya Xweda û hezjêkirina pêxemberê Wî û sehabeyên pêxember (s.) ve girêdayî ye…
Lê mixabin Xanî jî weke gelek şexsiyetên nirxbilind û qedirşinas, di jiyana xwe de nehat nasîn û ev dîtinên wî nehate nirxandin… Digel vê, ‘taybetiyeke’ Xanî ya din jî hebû. Ji ber ku berhemên Xanî bi zimanekî ku bi sedsalan qedexekirî bû hatibû nivîsandin, Xanî ji hêla hevometiyên xwe jî nehatiye zanîn û xwedî lê nehatiye derketin…
Xanî gelek berhem dane. Tê gotin ku di mafê erdnîgariyê de jî berhemeke Xanî heye. Lê ji çi sedeman e, em nizanin, ew berhem negihaye me…
Weke tête zanîn mîna Şehnameya Firdewsî, Romeo û Julyeta Sehskpîr û Leyla û Mecnûna Nîzamî, di mijara evînê de berhemeke Xanî, bi navê Mem û Zînê jî heye…
Lê Xanî di vê berhema xwe de ne tenê behsa evînê kiriye. Di vê berhema xwe de Xanî, digel çîroka evîna Mem û Zînê, agahî ji dema afirandina bavê mirovan Ademî ango; destpêka afirandina mirovan, bandora erênî û neyînî ya perestinan li aramî û bextewariya mirovan heye an na û nirxên bawerî û rewiştê jî aniye ziman…
Em dê îroj bi taybetî di çarçoveya vê berhema Xanî de hest û ramanên Xanî û hinek ji derd û gazinên Xanî binirxînin û bi we re parve bikin…
Xanî, di berhema xwe ya bi navê Mem û Zînê de; ne tenê mijara evînekê, cil û bergên kurdan, rabûn û rûniştina kurdan, jiyan û têkiliyên serdest û xulamên kurdan, tevgera feqîr, dewlemend, jar û belengazên gelê kurd, kevneşop û toreyên kurdan; ciwanmêrî, comerdî mêrxasî ûwd. hemû xwezayî û hêjayiyên kurdan jî bi rengekî zelal aniye ziman. Ev yek ji bo kurdan xaleke girîng e. Meriv dikare bibêje ku Xanî, di Mem û Zîna xwe de, wêneyê her aliyên kurdan daniye ber çavan…
Xanî di mafê kurdan de gihaştiye vê qinyatê:
Kurmanc ne pir di bêkemal in * Emma dê yetîm û bêmecal in
Ger dê hebûya me jî xwedanek * Âlîkeremek letîf û danek
Ev cinsê biba li bal wî me’mûl * Ev neqdê biba li nik wî meqbûl (Mem û Zîn r: 20)
Fil cumle ne cahil û nezan in * Belkî dê sefih û bêxwedan in
Ciwamêrî û himmet û sexawet * Mîrîni û xîret û celadet
Ev xetm e ji bo qebîlê ekrad * Wan dane bi şîrî û himmetê dad.
Hîndî ji seca’etê xeyûr in * Ew çenda ji minetê nefûr in (Mem û Zîn r: 18-19)
Xanî, der barê cil û berg û hin çanda kurdan de jî bi kurtasî wek mînak wuha gotiye:
Kofî ji cewheran mukellel * Kewter ji netrikan muselsel
Serbendê qeseb didan cebînî * Aşiq dimirin ji dest evînî
Ev zînet û xeml û qeşt û henbel * Ez pêş û pes û yemîn û qenbel
Gava dimeşin perî digel wan * Wale dikirin welî di xelwan
Ger şeyx û ger mela û mîr in * Derwîş û xenî û ger feqîr in
Kes nîne , ne talibê cemalê * Kes nîne , ne raxibê wîsalê (Mem û Zîn r: 30)
Di mijara çanda kurdan wek nowroz û sersalê de jî Xanî wiha gotiye…
Danayê mu’emmerê kuhen sal * Ev rengehe ku ji bo me ehwal
Ku ‘adetê pêşî zemanan * Ev bû li hemî cih û mekanan
Weqtê we ku şehsuwarê xawer * Tehwîlî dikir di mahê azer
Ye’nî ku dihate burcê sersal * Qet kes nedima di mesken û mal
Bilcumle diçûne der ji malan * Hetta digehîşte pîr û kalan
Roja ku dibûye ‘îdî newroz * Te’zîmî ji bo dema dil efroz
Sehra û çîmen dikirne mesken * Beyda û dimen dikirne gulşen
Xesma ezeb û keçê di bakir * Elqisse cewahirê di nadir
Têk da di muzeyyen û mulebbes * Vêkra li tefexxurê murexxes
Lêkin ne bi tohmet û bi minnet * Belkî bi terîqê şer’ û sunnet (Mem û Zîn r: 34)
Ehmedê Xanî yê “bêkes û belengaz” dev ji piştgîriya gel û welatê xwe bernedaye û her tim di fikr û ramana wî de bûye. Lewra em dinêrên ku Xanî jî mîna me li bersiva pirsa, gelo ji bo çi her tişt ji destê kurdan hate girtin û bê par, mehkûm û bê kes man, geriyaye û gotiye:
Ez mame di hikmeta Xwedê da * Kurmanc di dewleta dinê da
Eya bi çi wechî mane mehrûm * Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm. (Mem û Zîn r: 18)
Bersiv dîsa ji dil û hestên Ehmedê Xanî tê:
Lew pêkve hemî şeh bêtifaq in * Daîm bi temerrud û şîqaq in.
Ger dê hebûya me ittîkaqek * Vêkra bikira me înqiyadek
Rom û ‘Ereb û Ecem temamî * Hemyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîlî dikir me dîn û dewlet * Tehsîlî dikir me îlm û hikmet
Temyîzî dibûn ji hev maqalat * Mumtazî dibûn xwudan kemalat (Mem û Zîn r: 19)
Ango; dê bihata zanîn ku kî berx e kî beran e.
Xanî mijara Text û Bext bi hev girê dide û pêhisekê çêdike ku text bandorê li bext dike. Wek nîşe:
Ger dê hebûya me padişahek * Laiq bidiya Xwedê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek * Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek * Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman * Tînane der ji destê leîman
Xalib nedibû li ser me ev rûm * Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Ehmedê Xanî bi gernasiya gelê xwe gelekî serbilind bû. Bi taybetî jî di wê prosesa/heyama teng û dijwar de, ku her kesek hewl dide ku kurdan ji bo xwe bi kar bîne û welatê wan perçe bike, Xanî halan vedida û wuha digot:
Her mîrekî wan bi bezlê Hatem * Her mêrekî wan bi rezmê Rustem. (Mem û Zîn r: 18)
Ango; her mîrekî kurd bi gernasî û comerdiya xwe weke Hatem e. Li gorî dîroknasan: Hatem, mirovekî gelekî jîr û jêhatî bûye. Alîkariya belengazan kiriye û pir destvekirî bûye. Her mêrekî kurdan jî di şer û cengan de, bi pehlewanî û qehremaniya xwe weke Rustemê Zal ê dîrokî ye.
Dive rewişt û toreyên kurdan ji Mem û Zînê xweşik were zanîn… Divê bi vî çavî jî li berhema Mem û Zînê bihête nêrin…
Xanî him derdê kurdan him jî dermanê wan di Mem û Zînê de bi awayekî zelal û bêgumanî destnîşan kiriye:
Bextê me ji me ra bibit yar * Carek bibitin ji xewê hişyar
Rabit ji me jî cihanpenahek * Peyda bibitin me padîşahek
Şîrê hunera me bête danîn * Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘îlacê * ‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek * Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi sikke meskûk * Nedma wehe bê rewac û meşkûk
Her çend ko xalis û temîz in * Neqdên bi sikkeyê ‘ezîz in
Mehkûm ‘eleyhî û se‘alîk * Mexlûb û mutî‘ê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwedê wisa kir * Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir
Teb‘iyyetê wan eger çi ‘ar e * Ew ‘arî li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran * Tawan çi ye şa‘ir û feqîran
Herçî bire sîrî destê himmet * Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e * Wê hukim di destê sîrê rûs e
Xanî, gilî û gazindeyên xwe yê ku gilî û gazinên her kurdekî bîrewer e, berî nuha bi sed salan aniye ziman. Ma ne seydayê hêja, şêxê ku jiyanake bindest bi dilekî azad û azadîxwaz derbas kir, wuha gotibû:
Umîda me ji tifalan * Ku me ‘emel betalan
Ger dê hebûya me ittîkaqek * Vêkra bikira me înqiyadek
Me hêvî ye ku tifalên kurda ittîfaqeke li gorî daxwaza dilê Xanî, yekbûna li pey yekî bi destxin.
Xanî kurdperwerî û niştimanperweriya xwe di babeta sedama nivîsandina Mem û Zînê de wuha vegotiye:
Safî şemirandî, vexarî derdî * Manendê durrê lîsanê kurdî
Înaye nezm û întîzamê * Kêşaye cefa ji bo wê ‘amê
Da xelqî nebêjitin ku ekrad * Bê me’rîfetin bê esl û bunyad
Enwaê milel xwedan kitêb in * Kurmancî tenê dibê hesêb in (Mem û Zîn r: 19)
Teşbîhê neyê bikim terennum * Tûtî sifet ez bikim tekellum
Da keşfî bibin li min karamat * Meşhûdî bibin li min meqamat
Şerha xemê dil bikim qesane * Zînî û Memê bikim behane (Mem û Zîn r: 24)
Xanî, dema li şuna desthilatdaran, li şuna birêvebirina dûzana bi zorçoyiyê, civateke azad û birêbirineke nûjen pêşniyaz dike; awayê avakirina nû û birêvebiran, bi sîmgeyan dide nasandin.
Ji otorîteya desthilatdar re dibêje Mîr Zeydîn.
Xweha Mîr Zeydîn Sittî remza dadweriyê ye.
Xweha Sittî, Zînê nişana azadiyê ye.
Beko pawanê Qesrê ye û danişmende Mîr e.
Gurgîn, berovajiyî Beko, hevalê Tacdîn û Mem e.
Tacdîn, remza serwerê civaka nûjen e.
‘Arif, brayê Tacdîn, remza civata danişmend û ronakbîra ye.
Çeko, brayê Tacdîn, remza hêzên çekdar e.
Û Mem numûneya Miletê Kurd e.
Bi Kurtebirrî; Ehmedê Xanî di şahesera xwe ya bi navê Mem û Zîn de, dewleta demokratik û hukûkê dihûne ku armanca wî azadî û dadwerî ye. Di viyana xwe de vê yeke bi rengê sor û sipî dide xuyakirin ku sor azadî ye û sipî huqûq û dadwerî ye.
Digel vê yekê, weke hemû ‘alim û zanyarên kurd, Xanî jî nijadperestî nekiriye û jiyana aştiyane parastiye û ji bona wê xebat kiriye. Xanî, bêyî ku bijartin û dabeşkariyê di navbera gelê kurd, turk, ereb û farisan de bike, pêwistiya jiyaneke bi xawên û rûmet parastiye… Ji ber vê yekê jî divê Xanî, ne di çarçoveya teng ya nasyonalîtî de, divê wekî fîlozofekî kurd ku ji cihanê re bûye mal were nasîn û zanîn…
Xanî weke ku bibêje: pêwîst e ku jiyaneke bi hev re û biratiyeke ku rewayî reseniya biratiya islamê bijîn, di helbesteke xwe de zimanê wan her çar netewên ku ji ometê re makehêman û regez in bi hev re bi kar aniye…
Ew helbesta Xanî ev e:
1. Kite
(A)- Fate ‘umrî fî hewake ya hebîbî kulle hal
(F)- Ah û nalem hem dem şod der fîraqet mah û sal
(T)- Ger benim kanım dîlersen çokden olmıştır helal
(K)- Dîn û ebter bûm ji eşqê min nema ‘eql û kemal
2. Kite
(A)- Ente fikrî fî fûadî ente rûhî fil cesed
(F)- Leşkerê xemhayî to mulkê dilem wêranî kerd
(T)- Dade geldim ‘eşk elinden isterım senden meded
(K)- Wan Tataran birne yexma eql û dîn û mulk û mal
3. Kite
(A)- Tale xemmî zade hemmî şa’e sirrî fil mela
(F)- Teşneê camê wîsalim çon şehîdê kerbela
(T)- Yoksa sen divane oldin nîce halim ey dila
(K)- Ya ji nû ve eşveyek damin hebîba çav xezal
4. Kite
(A)- Buttû hacîren hebîbî leste minnî alîmen
(F)- Her dem ez derdê fîraqet xafîlem ez halê men
(T)- Can û dilden ‘erdî kıldım halimî canane men
(K)- Ji ‘erdihala min tû xafil qet ne pûrsî ‘erdî hal
5. Kite
(A)- Hel lena min nî’metin veslilhebîbî min nesîb
(F)- Oftadem berderet bîçare sergerdan xerîb
(T)- Derdimız çok lê kî senden öte yok hîç bîr tebîb
(K)- Ey tebîbê min dewaê derdê Xanî her wîsal
Helwesta Xanî di vê helbesta wî de diyar e. Dibe ku ev helwesta Xanî, weke tiştekî ji rêzê, hêsan û xwezayî were dîtin; lê heke zanyar û ‘alimên ji netewên din yê kakût û skeletê laşê ometê ji wan afiriye jî helwesteke mîna ya Xanî rê bidana, dibûya ku ev pirsgirêkên ku em îroj dijîn nebûna…
Ehmedê Xanî gelek kes jî perwerde kiriye. Îsmaîlê Bayezîdî, Şerefxanê Colemergî û Mûratxanê Bayezîdî çendek ji wan e. Têgotin ku Bediuzzaman Seîdê Kurdî jî ji wanê ku ji manewiyata Şêx Ehmedê Xanî sûd wergirtiye…
Ango, piştî wefata Şêx…
Berhemên Ehmedê Xanî, digel Mem û Zînê Nûbihara bi çûkan: Ferhengek bi nezim ya ‘erebi kurdî. Û Eqîda îmanê jî heye.
Ne niha hê di wê heyamê de Ehmedê Xanî digote kurdan…
"1- Dev ji Kurdeyatiya xwe bernedin,
2- Di xewê de nêmînin, şîyarbin
3- Xwediyê aboriyeke xwurt bin,
4- Kesê ku şûr di destê wî de be, ew xwedî dewlet e..."
Le gelekî mixabin! Gel guh nedida axaftin û gotinên Şêxê Hêja Ehmedê Xanî.
Tenê weke hozanekî, an jî dengbêjekî lê dinêrîn û ew werê dinirxandin.
Nedizanîn ku Xanî ji azadîyê re, ji rojeke serfîraz û geş re dibêje. Nedizanîn ku rizgarî û azadî di dilê wî de bûye.
Gava ku em jî niha qala Kurdperwerîya Xanî dikin, bi taybetî em wê niştimanperweriyê wî bi wê demê ve girêdidin û dinirxînin.
Ehmedê Xanî di Mem û Zîne de gilî û gazinên bindestîya gelê Kurd weke wêneyekê rênî kiriye. Ji nava cerg û hinavê xwe dike hawar û dibêje:
Ev Rom û Ecem bi wan hesarin * Kurmancî hemî li çar kenarin
Her du terefan qebîlê Kurmanc * Bo tîrî qeda kirine amanc
Ev Qulzimê Rom û behrî Tacîk * Hîndî ku bikin xurûc û tehrîk (R: 18)
Min dê ‘alema kelamê mewzûn * ‘Alî bikira li banê gerdûn
Bê nave ruha melê cezîrî * Pê hey bikira ‘Elî herîrî
Keyfek we bida Feqîhê Teyra(n) * Hetta bi ebed bimayî heyran
Çibkim ku qewî kesaye bazar * Nînin ji qumaşî ra xîrîdar (R: 20)
Berî qusa sal, derdê Xanî çi bû, niha jî em wî derdî dijîn. Me hêviye ku êdî em derdê xwe bi dermanê ku Şêx Ehmedê Xanî amade kiriye derman bikin.
Tifaq, tifaq û tifaq
Ehmedê Xanî (1061/h.1651/m -1707), herwekî ew bi xwe dibêje:
Lewra ko dema ji xeybê fek bû * Tarîx hezar û şêst û yek bû
Di sala hezar û şêst û yekê hicrî de hatiye dinê. Cihê ku lê hatiye dinê tam ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.
Dema ku 14 salî bûye dest bi nivisînê kiriye. Dema ku nivîsîna "Mem û Zîn"ê temam kiriye 44 salî bûye. Ew bi xwe wuha dibêje:
Îsal gehişte çil û çaran Vî pêşrew ê gunahkaran
Xanî li Bajarê Bayezîdê wefat kiriye. Dîroka wefata wî jî ji ristekê dihê zanîn. Ew rist jî ev e:
“Tare Xanî îla Rebbîh” ango; Xanî firiya ba Xwedayê xwe. Ev rist li gorî hesabê Ebced salên 1119/h -1707/m destnîşan dike…
Gorra wî li Bajarê Bayezidê ye. Tirba Xanî niha jî ziyaretgâha xelkê ye.
Ez dixwazim konferansa me ya der barê “DERD û GAZINÊN ÊHMEDÊ XANΔ bi risteke Mûhemed ‘Eskerî Kurê Şêx ‘Evdirehmanê Aqtepî biqedîn im:
Her gahî hezarî rehmî bê ‘ed * Ya Reb tu bike li ruhê Ehmed
Şêx Ehmedê Xanî ruhî şake * Wî bexşê hebîbê Mustefake
Kurmancî kîtabeke buha prr * Xweş nezmî kirî di ‘eşqê purr sir
Meqsed ji xwe ra Memî ûZînî * Kir metle’ê vê giran evînî
Abê heyewan ji xameya wî * Zînî û Memê di nameya wî
Noşîn û vejîn ji nû ve tekrar * Man saxî îlel ebed bi yek car
Sed heyfî ji ber ku bê xwedan in *Lew ekserî em wiha nezan in
Gelî mêvanên hêja û bi rûmet divê em ji bîr nekin ku: Ji bo her qewm û miletekî vêje û berhemên vêjeyî wek hîmên xwurt in. Miletê Yûnan yê çend babeliskan hebûna xwe wendakir û bû herêmeke ‘Usmaniyan, digel hindik û bêhêz bûn jî, lê vêje û berhemên Yûnanî netewa Yûnanî li ser lingan hişt û bû sedema azadiya wan. Her wiha Îran jî bi vêje û edebiyata xwe hê jî hebûna xwe didomîne.
Her qewm û miletekî ku bixwaze hebûn û selteneta xwe ya neteweyî bidomîne pêwîst e berî her tiştî li vêjeya xwe xwedî derkeve. Divê zana û revşenbîrên wan jî, berhemên vêjeyî û zanistê bi zimanê xwe bainivîsin da nemrin. Şêxê gorbihuşt ev yek dîtiye û nirxandiye. Ji ber ku ev rê ji me re vekiriye, em ta niha jî spasdarê wî ne.
Ji bo ku we bi sebr û aramî guhdariya min kir ji dil dibêjim mala we tevan ava be. Xweşî serfirazî û serbilindayî tim para we be.
Bimînin di xêr û xweşiyê de…
Güncelleme Tarihi: 04 Mart 2013, 00:38
Kızıltepe'de ' Derd u Gazine Ehmede Xani' konulu konferans düzenlendi
Kızıltepe Özgür Eğitim Sen tarafından 03/03/2013 tarihinde saat 14.00'te Kızıltepe Halk Eğitim Merkezi Konferans Salonunda ' Derd u Gazine Ehmede Xani' konulu konferans düzenlendi.
YORUM EKLE
1
Kızıltepe Belediye’sinden Yeni Hububat Ticaret...
2
Başkan Ayanoğlu MÜSİAD Dost Meclisi’nin Konuğu...
3
KASGİAD'tan 120 girişimciye KOSGEB Eğitimi Verildi
4
Kızıltepe Belediyesi, meclis gündem maddelerini...
5
Ahmet Türk Ferhan Türk'ü makamında ziyaret etti
6
Yalım Belediye Başkanı'ndan Kadınlar Günü Mesajı
7
Çev-Gön Başkanı Çakar’ın 8 Mart Mesajı
8
Rüzgâr elektrik direklerini düşürttü
9
8 Mart dünya kadınlar günü Mesajı
10
(DTK) Eş Başkanı Ahmet Türk Mardin Organize Sanayi...
SON DAKİKA HABERLERİ
ANKETTüm Anketler
NAMAZ VAKİTLERİ
İMSAK
GÜNEŞ
ÖĞLE
İKİNDİ
AKŞAM
YATSI
SAYFALARTüm Sayfalar