KEWARA MÊŞA

Ne ez tenê, ez bawer dikim tu kes yeqîn nake, ku dewletek, ji dev dadê, maf û wekheviyê berde û dîsa jî pêş bikeve. Dema ku em bala xwe didine dewleta Tirkiyê, îro, bêdadgerî, zilm, neheqî, kedxwarî, zordarî pir tê kirin. Lê dîsa jî rêvebirên îqtîdarê tabloyeke pir erênî destnîşan dikin û dibêjin, ji aboriyê bigire hetta bigihêje pergala perwerdeyî û dadgeriyê her tişt zêde baş e û wiha berdewam dike. Yê min qet ez yeqîn nakim. Ev rewşa Tirkiyê ya ku îro tê de ye, çîroka Bernard Mandeville tîne bîra mirov, çîroka ku ji bo civaka İngilîzê di serê salên 1750î de hatiye nivîsîn. Ev çîrok, behsa civaka Îngilîstana Heyama Navîn ya ku bi qraltiyê tê îdarekirin dike. Mandeville, vê civakê dişibîne kewareke mêşa û dibêje, di civakê de, ji serî hetta binî, ewqas neheqî û bêehlaqî tê dîtin, lê dîsa jî, çawa refaha vê civakê zêde dibe?
Ev berhem dema ku tê nivîsîn ne ji aliyê wêşehezan ve, ji aliyê ramanger û kesên ku serê xwe li ser aborî û têkîliyên mirovan diêşînin ve hatiye rexnekirin û nîrxandin. Di berhemê de Mandeville, fikrên xwe yî li ser mirov û jiyanê anîne ziman û gelek pirsên ku ji ewil de dibin mijara felsefe û ramangeran li gor xwe dibersivîne. Mandeville, di vê berhema xwe de bêsincî û bênamûsî, xerabî û nebaşî pesinandiye, başî û qencî jî biçûk dîtiye. Li gorî Mandeville, dema ku însanek bixwaze bextewar bibe, divê egoîst û bênamûs be. Dibêje, tiştê ku herî pir însan pê bextewar dibe, egoîzm e, ji ber vê divê însan berî her tiştî ezez be. Di çîrokê de, roja ku civaka mêşan ji dev egoîzmê berdide û hew ji xwe re dixwaze, dikeve tunebûneke mezin û kewara wan dibe çoleke beradayî û bêxwedî. Mandeville, pirsa sincê ya ku dibêje, ‘’divê mirov çawa bijî’’ dibersivîne, berjewendî û xwehezbûnê dixe navendê û vê pirsê dibersivîne, yanî divê însan egoîst û bêexlaq be û bi vî şiklî bijî, li ser vê ya baş, divê însan ji dev başî, qencî û xêran berde û bîst û çar saetan bera dû qûna berjewendiyên xwe û zewqa xwe bide. Li gorî wî divê civak ne li gorî qûral û qaîdeyên sinc û exlaq bê îdarekirin, di xwezaya însên de egoîzm berê heye û viyana însên di bin qontrola vê egoîzmê de ye, ji ber vê divê civak jî li gor vê ezezê bê sazkirin û îdarekirin. Dema ku civak bi vî şiklî bê îdarekirin, her kes ew ê bigihêje mafê xwe û her kes bextewar bibe. Di kewara ku Mandeville behs dike bezirganî, aborî, zanist û huner pir pêşketî ye, li her derê wê tevgerek, dewlemendiyek, danûstendinek tê xuyakirin, bereksê vê li ser navê başî û rastbûnê jî tiştêk xuya nake, çavbirçîtî, benamûsî, xerabî, dizî, îsraf, neheqî, zilm, tund, kuştin û hwd. li derê ye. Kesên ku kewarê îdare dikin, ji dev heq û hiqûqê berdane, li gor kêf û zewqa xwe dimeşin. Di vê kewarê de kesên diz û xerab tên hezkirin û pêsnê wan tê dan, lê kesên baş û paqij jî biçûk û bihiş tên dîtin. Dem wiha derbas dibe, rojekê mêşên kal, îtîraza vê rewşê dikin û ji bo ku civaka wan sererast bike ji Xweda yên xwe duayan dikin. Li ser vê ji nişkê ve her kes û her tişt tê guhertin. Her kesî ji dev xerabîyan berdide û her kesî bera dû başiyê dide. Ji ber ku sûç û xerabî nema tê kirin, dadgeh û girtîgeh vala dibin, gelek kes bê îş û birçî dimînin. Ji ber ku her kes li gor pêwistiya xwe dişuxile û dixwaze, çavbirçîtî rabûye, reqabet, hêrsa dewlementbûnê vemiriye, hilberîn sekiniye, tiralî ketiye nava mirovan. Li ser vê pêşketina teknîk û zanistê jî sekiniye û civak li gorî derdora xwe bi şûnde maye. Rojekê dijminên wan êrîşî wan dikin û kewara wan, dewleta wan xera dikin. Ji ber feqîrî û bêkêriyê hin ji civaka wan gelek kes hatine kuştin û gelek kes jî hatine girtin, çar pênc kesên dilpak û baş mane û ew jî ketine hundirê darekê, di wê derê de jiyana xwe berdewam dikin.
Bi vî hawî çîrok diqede. Peyama ku çîrok dide, pir vekirî û eşkere ye. Ez ê şîrovekirin û nirxandina vê çîrok û fikrên beradayî yên Mandeville yê egoîst, ji we re bihêlim. Lê ez dixwazim hew hevokekê tenê wek pirsekê binivisînim; dema ku her kes bera dû berjewendiyê xwe de û kesê xurt zilmê li yê lawaz û feqîr bike, û mal û milkê wî jê bistîne, di wê civakê de wê çawa her kes bextewar bibe, wê çawa her kes mafê xwe karibe biparêze?

Evdal Baqî

YORUM EKLE