Ka Îslam?

Alija Izetbegoviç di berhema xwe ya bi navê Doğu Batı Arasında İslam de (Di Navbera Rojhilat û Rojava de Îslam) li ser dîn û şoreşê wiha gotiye: ‘’Dîn û şoreş herdû jî di nava xwîn û êşê de şîn tên û mezin dibin. Piştî ku herdû jî dikevin rehetî û xweşiyê, îca ji holê radibin. Bi rastî jî her tişt bo ku ew pêk werin tên kirin, lê pêkanîna wan dawiya wan jî bi xwe re tîne. Lewre dîn jî û şoreş jî dema ku pêk tên, bi xwe re sazî û statukoyên ku dê wan bifetisîne jî çêdikin. Taliyê şoreşa ku dest bi derewan û îxanetê li xwe dike, bi dînekî sixte re jî zimanekî hevpar bi kar tîne.’’ Bi rastî jî Izetbegoviç tespîteke pir di cih de kiriye. Dema ku em li derketin û rewşa olên beşerî û semavî dinerin, ev dîmen û serencam tê ber çavên me. Dema ku em bala xwe didine rewşa îslamê, bi şoreşeke herî mezin destpêkiriye, dengê wê li dinyê belav bûyê, cara ewil li dinyê dewleteke îdeal û ku bi adaleteke rasteqîn tê îdarekirin ava kiriye, lê mixabin rewşa wê ya îro di xeterê de ye. Gelek pêxember ji aliyê Xweda ve hatine peywirdarkirin, lê bi gelemperî bi serneketine û qewmê wan hatiye tunnekirin. Hin pêxember ji peywira xwe reviyane û hin kes jî tirsiyane. Îro ku em bala xwe bidine dînên semawî, ji peyam û heqîqeta xwe dûr ketine, ji mûsewîtiyê bigire hetta bigihêje filetiyê, lê ez dibêm qey îslam ji van dînan bêtir ji heqîqeta xwe dûr ketiye û hatiye xerakirin. Ez dixwazim bi gelemperî li ser çend xalên girîng bisekinim. Gava em bala xwe didinê, pêxemberê me li Mekkeyeke gelekî xirab tê dinyê. Mirovên wê hetta qirikê ketine pirika şîrkê, li hundirê Kabeya pîroz peykerên Lat, Menna û Ûza hatiye çikilandin û mirovên wê bi armanca ku xwe nêzîkî Xwedê bikin, serê xwe li ber wan datînin û pûtperestiyê dikin, Ji ber ku wê demê bajarê Mekkê, navenda bezîrganiyê bû, ji her derê mirov dihatin dîtina pûtan û xelat pêşkêşî wan dikirin, ji ber vê rewşê ranteke pir mezin lê digeriya. Him bi sedema bezîrganiyê û him jî bi sedema hecê, ev xelat, dirav, zêr û zîvên ku diketin hundirê bajêr, diketin destên heft- heyşt kesên wek Ebû Leheb, Ebû Cehîl, Velid Bîn Muxîre. Van kesan zulmeke pir mezin li feqîran dikirin, pere bi deyn û faîzê didan wan û piştî ku feqîrên nikarîbûn deynê xwe bidana, lawên wan wek koleyan ji xwe re distendin, qîzê wan jî ji xwe re  dişixulandin. Ji xwe ji ber vê zilmê, kesên ku deyndarê van kesan bûn, bo namûs û şermê,  dema ku keçên wan çêdibûn, wan bi saxî vedişartin, lewre digotin ku hûn bimirin û di bin erdê kevin, ji we re çêtire. Qabîletî û merivantî jî pir bû kesên bê qebîle, bêxwedî û feqîr zilmeke pir ecêb didîtin. Pêxemberê me di rewşeke wiha de derket ser sehneya Erebîstaneke ku zilm, neheqî, koletî, faîz, xerabî, kufr, pûtperestî, zîna û fuhûş li her derê xuya dibû. Dema ku pêxemberê me dest bi pêxembertiyê kir û ayetên li dijî zilm, neheqî, faîz, mal û milk derket, van kesên xurt û dewlemend giş li dijî pêxemberê me sekinîn û êrişî wî kirin, li aliyê din jî îslam ji bo kesên feqîr û bêxwedî jî bû hêviya xelasiyekê, ji ber vê jî wan jî gişa xwe dan cem pêxemberê me. Bi vê peyama tevhîd û edaletê pêxemberê me bang her kesî kir û ser dînê îslamê  berxwedaneke bêhempa hat dan. Piştî hicretê li Medîneya Munewer dewletekê ava dike û ‘’Peymana Medîneyê’’ di navbera musluman, muşrîk, pûtperest û yahûdiyan de îmze dike. Pêxemberê me bi navê Peymana Medîneyê, makezagona îslamê li Medîneyê dixe hizmeta mirovatiyê. Li gor vê makezagonê her kes
dikare dînê xwe bi awayekî serbest bijî, tu kes nikare ji ber nijad, ol, ziman û rengê wî zilmê li kesekî din bikî, her kes ji bo berjewendiyên her kesî divê bişuxile û hwd. Sînorê di navbera dewlemend û feqîran rabû, cihêtî di navbera tu kesî de nema, muslumanên zengîn mal û milkê xwe giş li feqîran belav kirin, di serî de pêxemberê me û dewlemendên wek Hz. Ebû Bekir û Hz. Omer mal û milkê xwe giş di riya dîn de li feqîran belav kirin. Îslam, ji kesên feqîr û zulm li wan dihat re bû stargehek. Êdî tu kesên zengîn û xwedîqebîle xwe nikarîbûn li ser serê feqîr û belengazan mezin bikirana, lewre li gor makezagona îslamê, mezinbûn û qiymetbilindbûn ne bi mal, milk û qebîleyê bû, mezinahî û biqîmetbûn di teqwayê de bû. Dema ku pêxemberê me wefat dike, li gor ku serok û xelîfeyê dewleteke dewlemennd bû jî, dîrhemek jî li dû wî nemaye. Ji vî aliyî dema ku em dinerin pêxemberê me şoreşek pê aniye û dewleteke ku ji bo her kesî îdeal e ava kiriye.
Lê dema ku îro em li dewletên muslumanan dinerin û rewşa serokên wan tînin ber çavên xwe, em ferq dikin bê çawa ji naveroka dînê îslamê û ji peyama pêxemberê me dûr ketine. Di şert û mercên îro de, li deverên qaşo ku ala îslamê lê tê bakirin, kesên ku dibin desthilatdar û serdest, xwe bi meqama xwe mezin dibînin, lîyaqat û ehliyetê diavêjin ser sergo û li gor berjewendiyên xwe heval û merivên xwe peywirdar dikin û tînin ser meqaman. Menfaeta civakê ya hevpar naparêzin, ji bo şexsê xwe mal û milkê dewletê didine  ser hev. Ji aliyekî din dikevin pirika nijadperestiyê û qewmê xwe di ser ên din re digirin, bi vî aliyî jî ayetên Qur’an’a Pîroz ên li ser adaletê, Peymana Medîneyê û Xutbeya Xatirxwestinê ya pêxemberê me bin pê kirine. Zilm û neheqî li kesên xizan û belengaz ên ku pêxemberê me bi xêra wan şoreşek kiribû, tê kirin û tune tên hesêb. Bi vî şiklî îslam hat asimîlekirin û kesên desthilatdar bi alîkariya qaşo alim û zanayên îslamê, hundirê dîn  li gor berjewendiyên xwe vala kirin. Mixabin îro gel jî niha dibêje qey îslamê dijî. Xwedê alîkariya me bike bo ku em sererast bibin û riya rast bibînin.

YORUM EKLE