Dınya Kêrî Pîvazeke Xerabe Nayê!

Pêxemberê me li ser dinyayê wiha gotiye: ‘’ Dûrketina ji dinyê him dil û him jî beden rehet dike. Li hember vê hezkirina dinyê êş û nexweşiyê bi xwe re tîne û keserê zêde dike. Heza dinyê çavkaniya xeletiyan û êşan e. Dûrketina ji wê jî,  gava ewil a başî û taetê ye.’’
Bêguman dinyê wek qada şer û pevçûnê ye. Her tim têkoşînek û berxwedanek divê bê kirin ji bo ku meriv bijî. Ji ber vê kî çi bixwaze divê ji bo wê bişuxile û xwe biêşîne. Li cihekî wiha, yanî li dinyê di her kêlîkê de gengaz e ku meriv her tiştên xwe wenda bike. Tu mîsogeriya mal û milk û hezkiriyên me tuneye. Jixwe her gavê îhtîmaleke mezin heye ku meriv jiyana xwe ji dest bide û wenda bike. Jixwe yekî ku ruhê xwe bide, jiyana xwe wenda bike, dinyê jî û çi tiştên ku di hundirê dinyê de ye jî wenda dike. Ji ber vê ya baş ku meriv ji bo tiştên ku tu carî wenda nabin û ji meriv re dimînin bişuxile û wan tiştan bixwaze. Ev çi ye? Wek Xwedê di ayetê(Heşr,18) de jî gotiye: ‘’Bila her kes bê wê sibê çi berî xwe bişîne, binere’’ yanî ku çi emelên baş kiriye binere. Ji vê çi derdikeve, yanî ji bilî emelên xwe însan tu tiştî nikare bi xwe re bibe. Ev emel û kirin dibe ku emel û kirinên baş bin jî, dibe ku yên xerab bin jî. Ku emelên baş be wê bibin wesîleya ketina xweşiyê, ku emelên nebaş bin wê bibe sedema ketina nexweşiyê. Yanî encama wî kesî yan jî kesê ya bihûşt e yan jî dojeh e.
 
Ku îhtîmala vê gavê meriv bimire tune be jî, di şert û mercên îro de, bê nexweşî û mûsîbetî herî pir însanek dikare heftê, heyştê salî bijî. Ji vî emrê heftê salî nêvî li şevan û xewê dihere, dimîne sî û pênc, ji van salan jî nêvî li xwarin, vexwarin, şuştin û tiwaletê dihere û ji gelek tiştên wek nexweşiyan herî pir neh, deh sal ji meriv re dimîne. Îca ku însan ne yekî ateîst be, yanî ku baweriya wî bi hebûna dinyaya din û bi hesabê roja axretê hebe, pevguherîna temenekî neh, deh salî bi jiyaneke baqî û ebedî ve bêhîştî û dînîtî ye. Hedîseke pêxemberê me bi vî rengî ye: ‘’ Xwedê gotiye ku bi qasî baskên kelmêşekê jî qîmetê dinyayê li cem min hebaya, min mal û milkê wê nedida kafir û gawiran, minê bidaya muslumanan.’’ Di zaroktiya xwe de, dema ku dibû qala dinyayê, min ev hedîs ji apê xwe dibihîst. Jixwe xizan û feqîr xwe bi vî benê îslamê digirin. Vî aliyê îslamê mirovên ku ji aliyê mal û milk ve xizan in rehet dike, rehabilîte dike. Di roja derketina îslamê jî û îro jî kesên feqîr bêtir xwe bi îslamê digirin û teseliyê dibînin. Jixwe jî ji vê pêv tu vebijêrkeke din ya meqbûl ji wan re tuneye. Lewre li gor îslamê kesên ku malên wan hebe, dewlemend be û vî malî di riya Xwedê de xerc nekin û çavtengtiyan bikin, li aliyê wiyalî ev mal û milk di qebrê de wê bibe marekî reş û dûpişk û wê dev laşê canê wan bike. Û li axretê jî wê bibe agir û bi laşê canê wan bikeve. Dema ku em li jiyana pêxemberan dinerin jî jiyaneke sade û mutewazî jiyane. Pêxemberê me sahabeyên dora wî, kesên wek Ebû Bekir, Hz. Omer û Hz. Osman mal û milkên xwe giş di riya Xwdê de li feqîr û xizanan belav kirine.
Li gor îslamê ji bo çi tu qîmetê dinyê û mal û milkê wê tuneye? Yên ku bera dû wê didin ji bo çi li xisarê ne? Dewlemendî ji kesayeteke çawa re baş e û ji kê re nebaş e? Bê guman bersiva vê pirsê, berî her tiştî fanîbûna dinyê ye û hebûna mirinê ye. Dema ku mirin tune baya,( Bê guman di ayêtê de dibêje; Kullî nefsin zaîqetul mewtî, yanî her zindewar wê mirinê tahm bike) û jiyaneke ebedî hebaya, wê qîmetê dinyê û mal jî pir bûya. Mixabin mirin heye û sertaliyê her kes wê hesabê emrê xwe û malê xwe gişî bide. Ji ber vê, mesele tê guhertin. Dibe ku we ev mersele bihîstibe. Demekê zilamekî pir dewlemend bi zîv, zêr û kevirên qîmetbûha qesrekê ji xwe re çê dike. Di çêkirina wê de bi kesên ku jêhatî re dişêwire, di çêkirina wê de endazyar û avahîsazên zîrek dixebitîne û xwe ji ber tu mesrefê nade alî. Piştî ku çêkirina qesrê xelas dibe berhemeke têkûz û mustesna derdikeve holê. Ev zilamê ku xwe xwediyê qesrê dihesibîne bang mîr, zengîn û însanên derdorê dike ji bo pesnê wê bide û xwe pê binepixîne. Ji kesên ku tên dipirse; We tiştekî wiha dîtiye gelo? Ma hûn dikarin tu kêmasiyên vê qesrê bibînin? Kesên ku tên lê dinêrin jî bi awayekî ecêbmayî; ‘’ Ev şaheserek e’’,  ‘’Li ser rûyê erdê avahiyeke wiha bedew tuneye’’, ‘’ Mîna qesreke bihûştê ye’’ û ‘’ tu qusûrên wê tunene’’ dibêjin. Di wê kêlîkê de kalekî mîna derwîşan jî di wi re derbas bûye û li wan guhdar kiriye. Li xwediyê qesrê dinêre, dengê xwe bilind dike û dibêje, ‘’Erê, kêmasiyeke mezin, qusûreke mezin ya vê qesra te heye!’’ Li ser vê bersivê xwediyê qesrê matmaî dimîne û bi hêrs dibêje, ‘’ Ka bibêje te çi qûsûra wê dîtiye?’’ Kalo, wiha dibêje, ‘’Qulek tê de heye, ma hûn nabînin.’’ Li ser vê gotinê her kes li dora xwe, li jor û li her derê qesrê dinêrin tiştekî nabînin. Qaşo kesê xwedî dibêje, ‘’Ka tu qul mul tê de tunene, ma tu henekê xwe bi me dike.’’ Li ser vê yekê Kalo, ji wî re wiha dibêje: ‘’Dibe ku çavê we vê qula ku di qesrê de ye nebîne, lê dema ku temenê te biqede, wê Azraîl derbasî hundir bibe û ruhê te bistîne.’’ Li ser vê peyvê xwediyê qesrê û kesên li wir amade ne serê xwe bera ber xwe didin. 
 
Evdal Baqî

YORUM EKLE